Nêçîrvan Barzanî Cejna Çilê Havînê pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêrçîrvan Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Kurdên Êzidî cejneke xweş û aram derbas bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de peyama Nêçîrvan Barzanî belav kir.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wisa ye:
“Cejna Çileya Havînê bi germî û ji dil li hemû hevwelatiyên me yên Êzidî yên li Îraq û Kurdistanê û li her dera cîhanê pîroz dikim. Hêviya cejneke aram û tenahî ji bo wan hemûyan dixwazim.
Dîsa hemû xuşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikim ku wekî hergav em dê piştevan û parêzerên mafên wan bin û Kurdistan dê her wekî welatê pêkvejiyanê ji bo hemû pêkhateyên xwe bimîne.
Cejna we hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”
Cejna Çilê Havînê cejneke sereke ya Kurdên Êzidî ye.
Kurdên Êzidî her sal 2yê Tebaxê vê cejnê bi çalakiyên cuda pîroz dikin.
Gelek Êzidiyên ku li derveyî welêt dijîn jî ji bo pîrozkirina vê cejnê berê xwe didin Perestgeha Lalişê ya li Başûrê Kurdistanê.