Li Enqereyê lihevhatineke kêmpeyda: Pêvajoya nû dê çi bi xwe re bîne?
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê, hem desthilat hem jî mixalefet bi yek dengî behsa pêvajoyeke çareseriyê dikin û ji bo vê armancê li parlamentoyê komîsyoneke taybet hat avakirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan mizgîniya "nêzîkbûna bayê aştiyê" dide.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî her wiha tekezî li ser rola partiya xwe ya di pêvajoyê de dike.
Li aliyê din Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê bi israr banga “aştiyê” dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di "Bernameya Fînalê ya Dibistanên Havînê yên Weqfa TÛGVA" de axivî û wek mizgînî got, "Gelekî hindik maye ku bayê aştiyê li navçeya me rabe."
Recep Tayyîp Erdogan wiha domand: "Pir hindik maye em bigihîjin wê Tirkiyeya mezin û bihêz ku bi salan e miletê me bi hesreta wê ye.
Bi izna Xwedê, em dê Tirkiyeyeke wisa radestî we bikin ku li her bihosta wê dê aştî, ewlehî û kêfxweşî hebe, teror dê tê de nebe û biratî tê de serwer be.”
Heman rojê, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî li parêzgeha Aksarayê bû û di rojeva wî de aştiya civakî hebû.
Ozel amaje pê kir ku divê beşdarbûna wan a di komîsyonê de ti kesî dilgiran neke.
Serokê Giştî yê CHPyê got, “Eger li cîhekî yan jî di komîsyonekê de CHP nebe, ji wê komîsyonê bitirsin.
Eger CHP hebe, temînata komarê li wê derê ye. Cîhê em lê bin kes nikare yekîtiya vî welatî têk bide.”
Peyameke din a girîng a aştiyê jî ji Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş hat.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglu peyama Demîrtaş belav kir ku tê de bal kişandiye ser rûpeleke nû ya ji bo Tirkiyeyê.
Demîrtaş di peyama xwe de got, “Em tekoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyeke rasteqîn ji bo her kesî bêyî rawestan didomînin û em dê bi israr bêjin aştî.
Em hêvîdar in ku bi aştiyê re dê li Tirkiyeyê rûpeleke nû vebe.”
Ji bo avakirina komîsyonê, 10 partiyên siyasî roja pêncşemê navên 47 endamên xwe pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kirin.
Komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya piştî biryara xwefesixkirin û çekdanîna PKKyê de hat avakirin, dê civîna xwe ya yekem di 5ê Tebaxê de li dar bixe.
Tê payîn ku rojeva sereke ya komîsyonê entegrasyona gerîlayên PKKyê be.