Xwe wek polîs dan nasîn û 135 teneke hingiv revandin
Navenda Nûçeyan - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê 2 kesên ku xwe wek polîs dan nasîn û 3,5 ton hingiv xesp kirîn, hatin girtin.
Li gor agahiya berdest li navçeya Eyyubiyeyê taxa Batikentê du kesan xwe wek polîs nîşan dan û komyoneteke ku tê da 3,5 ton hingiv hebû dan sekinandin û hingiv birin.
Tîma Beşa Buroya Cinayet-Xesbê ya Şaxa Asayîşê ya Rêveberiya Ewlehiya Bajêr li ser giliyê tesbît kirin ku gumanbarên bi navê R.E. û Î.Y ev yek kirine.
Polîsan navnîşana gumanbaran tesbît kir û bi operasyonê R.E. û Î.Y. binçavkirin.
Gumanbar piştî îfadeyên wan ên li asayişê ew sewqî dadgehê kirin û ji ber sûcê "talankirinê" hatin girtin.
3,5 ton hingivê ku bersûcan xesb kir, teslîmî xwediyê wî kirin.