‘Li dijî xelkê Efrînê cînosaydek tê kirin’

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 4 kes ji malbatekê girtin. Kordînatorê Komîteya Belgekirinê, dibêje, “Li dijî xelkê Efrînê cînosaydek tê kirin.”

Li gundê Celemê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ku 20 kîlometreyan li başûrê rojavayê bajarê Efrînê dikeve û ji nêzî 1200 malî pêk tê, û yek ji mezintirîn gundê herêmê ye, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 4 welatiyên Kurd ji yek malbatê girtine.

Çavkaniyeke taybet ji navçeyê ji Rûdawê re got ku yek ji girtiyan bi navê Heysem şêxo bi tundî hatiye îşkencedan û ji bo nexweşxaneya serbazî hatiye veguhestin.

Li gorî heman çavkaniyê, roja 20 Tebaxê, li gundê Celemê, 4 kes ji yek malbatê hatine girtin ku yek ji wan keç e; Rûken Şêxo, Mistefa Şêxo, Heysem Şêxo, Ciwan Şêxo li Cindirêsê hatine girtin.

Ji gundê Kêla jî, roja Sêşemê, 31ê Tebaxê, parêzer Menan Beyrem ê 42 salî, li Raco hat girtin.

Li gundê Bîkê, ser bi Raco, Şivanên Ereb ên hawirde li welatiyê Kurd Mihemed Miho dane û ew birîndar kirine.

Cîger Hisên, Kordînatorê Komîteya Belgekirina Binpêkirinan li Efrînê, ji Brîtanya ji Rûdawê re got, tişta li Efrînê tê kirin, li dijî hemû yasayên navdewletî ye.

Cîger Hisên, Kordînatorê Komîteya Belgekirinê, dibêje, “Tiştên li Efrînê dibin; kuştin, revandin… ev hemû, armanca wan guhertina demografiyê ye li bajarê Efrînê. Tirkiye wek garantorê sereke yê van milîsan e û piştgiriya wan dike û ev jî li dijî biryara 2254 e ku dibêje, divê xelkê sivîl parastî be. Ev jî dibe cînosaydek ku li dijî xelkê Efrînê tê kirin.”

Li gorî çavkaniya taybet bo Rûdawê, keça Kurd, Rûken Şêxo ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye azadkirin, lê hersê welatiyên din di nav de bavê wê heta niha girtî ne û rê nayê dayin ku kesûkarên wan bibînin.

Bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe bûn

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.