Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Hwelêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê (UNAMI) Mihemed El Hesen pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Mihemed El Hesen qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatin nirxandin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkan kir û hevnêrîn bûn ku aramiya siyasî ya Îraqê di berjewendiya hemû aliyan de ye.
Her wiha rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên girêdayî berjewendiyên hevbeş, mijarên din ên civînê bû.