Metro: Dozên Şasiwar Ebdulwahîd û Lahûr Şêx Cengî siyasî ne
Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ragihand ku miameleya li gel dozên Serokê Tevgera Newey Niwê (Nifşê Nû) Şasiwar Ebdulwahîd û Serokê Eniya Gel Lahûr Şêx Cengî ji ber “kîna siyasî” bûye.
Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.
Rehman Xerîb li ser şer û pevçûnên Otela Lalezarê got:
“Bikaranîna hêzeke mezin û tankan di rûdanên Girê Serçinarê de ku pêwendiya wê bi doza Lahûr Şêx Cengî ve hebû, li Silêmaniyê bûye sedema çêbûna rewşeke tirsê.”
Xerîb derbarê rewşa dadgehên li Herêma Kurdistanê anî ziman:
“Hêviya hemûyan ew e ku dadgeh serwer bin û destwerdana partiyan tê de nebe.”
Xerîb rexne li wê yekê girt ku dadgeh li hemberî kesên “bêpişt û penah” tund in û li hemberî kesên desthilatdar “dilovan û dilnerm” in.
Xerîb li ser doza Şasiwar Ebdulwahîd da zanîn:
“Me dixwest ku darizandineke dadperweranetir bihata kirin.”
Xerîb di wê baweriyê de ye ji ber ku Şasiwar Ebdulwahîd “mixalefeta YNK û PDKyê ye” miameleyeke cuda li gel wî hatiye kirin.
Her wiha wî rexne li şêwaza miameleya li gel doza Lahûr Şêx Cengî girt û got:
“Ew hêza ku hat bikaranîn, ji top û tankan li ser erdê û balafir û dronan li esmanan, nîşanî me da ku asta kîn û nefreta siyasî ya li hemberî Lahûr çi qas e.”
Rehman Xerîb bangî kadro û endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku ji serkirdayetiya partiya xwe re bibêjin “ev şaşî ye”.