Li Silêmaniyê êrişî rojnameger Hêmin Mamend hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxerê Navenda Metroyê ya Parastina Mafên Rojnamegeran da zanîn ku rojnameger Hêmin Mamend bi 2 guleyan hatiye birîndarkirin û rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e.
Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Di êrişeke çekdarî de rojnameger Hêmin Mamend birîndar bû û niha tê emeliyatkirin.”
Rehman Xerîb diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Hêmin Mamend ne baş e û “hîn ji metirsiyê derbas nebûye”.
Êriş derdora saet 19:30ê pêk hatiye.
Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb anî ziman:
“2 gule lê ketine; yek li milê wî û ya din li pişta wî.”
Xerîb destnîşan kir ku bûyer li taxa Şoreşê ya Silêmaniyê rû daye û got:
“Nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin lê pirs ev e, kî ji hedefgirtina rojnamegeran sûdê werdigire?”