Platforma Dêrsimê: Em girîngiyê didin parastin û bihêzkirina pêvajoya aştiyê
Dêrsim (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ragihand ku ew girîngiyê didin parastin û bihêzkirina pêvajoya aştiyê.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê doh bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de girseyek ber bi Parka Seyîd Riza ve meşiya û piştre Ozcan Ateş li ser navê platformê daxuyaniyek da.
Ozcan Ateş diyar kir ku aştî li her derê pêwîstiyeke bingehîn e û got:
"Piştî nîv sedsalê ji aloziyên ku ji ber çaresernekirina pisrgirêka Kurdan derketine holê, em bi hêviya pêvajoya aştî û civaka demokratîk, ber bi aştiyê ve diçin."
Ateş da zanîn ku ew girîngiyeke mezin didin parastin û bihêzkirina pêvajoya aştiyê û piştgiriyê didin wê.
“Divê operasyonên siyasî û sîstema qeyûman bi dawî bibin”
Ateş daxwazên platformê wiha anîn ziman:
“Divê operasyonên siyasî û sîstema qeyûman bi dawî bibin, girtiyên siyasî werin berdan.
Divê astengiyên li pêşiya welatîbûna wekhev û perwerdeya bi zimanê dayîkê bên rakirin.
Her wiha divê hemû qedexeyên li ser maf û çalakiyên demokratîk û azadiya çapemenî, raman û rêxistinbûnê werin rakirin.”