Nasnameya gerîlayekî hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) eşkere kir ku gerîla Çiya Rizgar 25ê Tebaxê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGyê got, "Yek ji pêşengên tevgera me ya ciwanan, hevrêyê me Çiya Rizgar ku gihişte şehadetê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û li beramberî bîranîna wî em bejna xwe ditewînin."

Hat zanîn ku Çiyar Rizgar endamê Koordînasyona Komalên Ciwan bûye.

HPGyê her wiha ji rêxistina Komalên Ciwan, malbata Çiya Rizgar û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Çiya Rizgar: Navê wî yê fermî Arjen Yavuz e û sala 1992yan li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji dayîk bûye û sala 2013an li Amedê tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Hat ragihandin ku Çiya Rizgar 25ê Tebaxê ji ber nexweşiyê li cihê ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest daye.