Li ser rêya Hisîça û Şedadê qezayeke giran, 11 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Hisîça (Hesekê) û Şedadê qezayeke gelekî giran çêbû û 11 kes mirin.

Li Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Hisîça û Şedadê (Rêya Xurafî) otobusek û tankereke sotemeniyê qeza kir.

Qeza li nêzîkî xaçerêya Mîlêbiyê ya li başûrê Hesekê qewimî.

Hat zanîn ku ew otobus a rêwiyan bû ji Şedadê ber bi Hisîçayê ve diçû.

Tenê zarokek filitiye

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ku ji rojnameya "El-Weten"ê re axivîn, laşê rêwiyan perçe perçe bûne û ji bilî zarokekî ti kes ji otobusê nefilitiye.

Zarokê ku ji qezayê rizgar bûye, ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyên Hesekê hatiye kirin.

Rêya Hisîça-Şedadê di nav xelkê de wekî yek ji rêyên herî xeter tê naskirin.

Sedema vê yekê tengbûna rê, gelek quncikên tûj û hatin û çûyîna zêde ya kamyon û tankeran e ku rojane ji bo veguhastina sotemeniyê vê rêyê bi kar tînin.

Rewşa trafîkê li Hisîça û derdora wê ji ber lawazbûna binesaziyê, kêmbûna îşaretên hişyariyê û ronahiya şevê û nebûna dewriyeyên trafîkê yên birêkûpêk di rewşeke ne baş de ye.

Ev hemû dibin sedem ku qezayên bi encamên trajedîk ducare bibin.