Dadgeha Amedê biryara sekinandina sîstema hevşaredariyê da

02-10-2014
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) –Dadgeha bajarê Amedê biryara sekinandin û hilweşandina sîstema hevşaredariyê di 7 navçeyên bajêr de da. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî dibêje, bila sîstema hevserokatiyê ji aliyê parlamentoyê ve were pesendkirin.

Sêyemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê ragihand ku sîstema hevşaredariyê ne li gorî hiqûqê ye û erk û hêza şaredaran kêm dike lewma divê were hilweşandin.

Di biryara dadgehê de sîstema hevşaredariyê di navçeyên Çinar, Hênê, Farqîn, Bismil, Lîce, Sûr û Baxlarê de hat sekinandin.

Beriya niha Walîtiya Amedê ji bo betalkirin û hilweşandina sîstema hevserokatî û hevşaredariyê ku cara ewil ji aliyê BDPê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikar hat, serî li dadgehê dabû.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî jî li dijî biryara dadgehê derket û got, divê parlamento vê yekê pesend bike û guhertinên pêwîst ji bo pejirandina vê sîstemê bike.

Piraniya sazî û dezgehên Partiya Demokratîk a Gelan û partiyên nêzîkî wê bi sîstema hevserokatiyê kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst