"Tevahiya deriyên sînorî yên Îranê û Kurdistanê vekirî ne"
Hewlêr (Rûdaw) – Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê ragihand, her çend ku Îran û Iraqê li aliyê sînorê Îranê manovra leşkerî pêk tînin, lê belê bandor nekiriye ser tevgera bazirganî û li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Îranê tevgera bazirganî berdewam e û nehatiye rawestandin.
Îran û Iraq îro li ser sînorê Herêma Kurdistanê û bi taybet li aliyê deriyê sînorî yê Perwîzxanê di nava xaka Îranê de dest bi manovreke leşkerî kirin. Ji aliyê Îranê ve hêzên Supaya Pasdaran û ji aliyê Iraqê ve jî hêzên Heşda Şeibî di manovrê de beşdar in.
Di manovra leşkerî ya navbera her du aliyan de, ji bilî hêzên peya, tank jî hatine bikaranîn.
Lê li gel birêbeçûna manvora leşkerî ya navbera Îran û Iraqê, tevgera bazirganî li deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de normal e û hawridekirin û hinardekirina kelûpelan berdewam e.
Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê derbarê manovra leşkerî ya Supaya Pasdaran a Îranê û Heşda Şeibî ya Iraqê de û herwiha tevgera bazirbanî ya li deriyên sînorî ronîkirinek da.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê, Sîrwan Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “manovra leşkerî ya Îran û Iraqê bandorek wisa li ser tevgera bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê nebûye û tevgera bazirganî li sînoran berdewam e.”
Sîrwan Mihemed ji Rûdawê re got, ew ji bo berdewamîdan bi tevgera bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de di hewldanê de ne.
Mihemed herwiha got: “Niha karê bazirganî li deriyên sînorî yên Perwîzxan, Sertek û Başmaxê asayî ye, hatinûçûna otomobîlan û trilê û kamyonên barhilgir berdewam e. Manovra leşkerî ya Îranê û Iraqê bandorek zêde li ser tevgera bazirganî nekiriye û hemû tişt weke rojên berê asayî ye.”
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê behsa wê yekê jî kir, ku ew ji bo berdewamîdan bi karê bazirganî li deriyên sînorî, li gel Yekîtiya Jûrên Bazirganî di pêwendiyeke berdewam de ne li gel nûnerên welatan û bi taybet jî nûnerê Îran û Tirkiyê.
Sîrwan Mihemed diyar jî kir: “Ew jî li gel li ser heman nêrînê ne ji bo berdewamîdana bi tevgerên bazirganî.”
Peyamnêrê Rûdawê li Çomanê, Bextiyar Qadir jî ragihand, zêdebarî manovrên leşkerî li nêzîkî deriyê sînorî yê Hacî Omeranê, lê belê tevgera bazirganî li wî sînorî jî berdewam e û ew deriyê sînorî jî nehatiye daxistin.
Weke bertek li dijî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, îro duşemî 2ê Cotmeha 2017ê Supaya Pasdaran a Îranê û Heşda Şeibî ya Iraqê li ser sînorê Kurdistanê û Îranê û di nava xaka Îranê de dest bi manovreke leşkerî kirin.
Roja 25ê Îlona 2017ê zêdebarî hemû fişar û dijatiyên welatên herêmî û cîhanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê referanduma serxwebûnê encam da û li gorî encamên fermî %92.73ê xelkê Kurdistanê bi Belê deng da serxwebûnê.