Welatî li Şêxanê li benda gihîştina termê Babe Şêx in

02-10-2020
A+ A-

Li Şêxanê amadekarî bo pêşwaziya li terê Rêberê Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî, Babe Şêx berdewam in û hejmarek xelk li ser kolan û cadeya sereke ya qezayê çaverê ne.

Peyamnêrê Rûdawê, Eyûb Nisrî ragihand, ji ber pêkanîna rêkarên xweparêziya ji Coronayê, xelk li cihekî kom nabin û li çend cihan dûrî hev disekinin.

Herwiha li nav Şêxanê jî xelkê her tax û kolanekê bi cuda dê derkevin pêşwaziya termê Babe Şêx.

Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx şeva bihorî li li nexweşxaneyeke Hewlêrê di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Şîna giştî ya Babe Şêx 3 rojan dibe, lê belê li qezaya Şêxanê dê şîna bo mirina wî heft rojan berdewam be.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst