EFRÎN: Xwediyên kargehên cil û bergan dixwazin berhemên xwe hinarde bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê xwediyên kargehên cil û bergan dixwazin berhemên xwe yên zêde hinarde bikin.

Li Efrînê xwediyên kargehên cil û bergan gazin ji wê yekê dikin ku berhemê wan zêdeyî bazarên xwecihî ye.

Xwediyê kargehan dixwazin rê ji bo wan bê dayîn ku berhemên xwe hinardeyî derve bikin.

Xwedî kargeha cil û bergan Ebdulhemîd Îsa got, "Her kargehek bi kêmanî 50 kes di nav de kar dikin.

10 atolye ji bo hinardekirina berheman in.

Li Efrînê bi kêmanî 5 hezar malbat sûdê ji dahat û heqdestan dibînin.

Pirsgirêk ew e ku pêwîstiya me bi rêyeke transit a hinardekirina bê astengî heye.

Eger ev yek pêk hat wê karê me zêde baş be û kar bi dest hejmareke zêdetir bikeve."

Ligel zêdebûna berhemên cil û bergan, bi hêviya berdewambûna kar, xwediyên kargehan dê qazanceke kêm qebûl bikin an berhemê xwe bi qestan bifiroşin.

Tenê ji bo berhemê xwe bi rêyeke metirsîdar hinarde nekin.

Firoşyar Muhened Heykel diyar kir, "Şiyanên me yên zêde nînin û ne jî bazareke mezintir heye berhemên me bikire.

Eger rêyeke mezintir ji me re vekin û em dikarin mekanîzmayekê ji bo derve bibînin.

Dê berhemên me ji berhemên hawirdekirî gelekî baştir be."

Niha li Efrînê 200 kargehên cil û bergên jeans hene.

Di nav wan de zêdetirî 4 hezar kes kar dikin.

Metirsî heye hejmareke van kargehan ji ber ku nikarin berhemên xwe bifroşin an hinarde bikin deriyên xwe bigrin.