Galeriya wêneyan

02-10-2023
22 Photos
Abdulselam Akinci

Li gundê Kanî Spiyê yê navçeya Farqînê ya Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê (FARQÎN-DER) festîvala tirî hat lidarxistin.

Dengbêjan li dîwana dengbejê ya ku di çarçoveya çalakiyê de hatibû avakirin derketin ser dikê, klam gotin.

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê Mehmet Aktarli diyar kir ku li herêmê li nêzîkî 90 gundan rez hene.

Aktarli anî ziman ku ji bo pêşxistin, danasîna rezan ku bi sedsalan e wekî kevneşopî tê kirin vê festîvalê li dar xistiye.

Aktarli destnîşan kir ku bi taybetî ji bo avakirina kooperatîfan muxtar jî beşdarî çalakiyê bûn.