Di Doza Narîn Guranê de 3 girtî hatine berdan

Hewlêr (Rûdaw) Di doza kuştina Narîn Guranê de, sê tohmatbarên girtî yên ku bi sûcê "alîkarîkirina sûcdar" dihatin darizandin hatin berdan.

Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê biryar da ku Bîrsen Guran, Fuat Guran û Maşallah Guran heta dawiya pêvajoya darizandinê bi awayekî negirtî bên darizandin.

Parêzerên her sê tohmetbaran, li dijî biryara Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 17emîn a Amedê derketibûn, ku 3 sal û 6 meh ceza li wan birîbû.

Dadgeha Herêmê ev serlêdan nirxand û biryara berdana wan da.

Ev biryar, ji doza sereke ya kuştinê cûda ye. Di doza sereke de, dayika Narînê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û mamê wê Salîm Guran bi sûcê "kuştina bi qestî" bi cezayê muebeta girankirî hatibûn mehkûmkirin.

Her wiha, Nevzat Bahtiyar jî ji ber "wêrankirina delîlên sûc" 4 sal û 6 meh ceza xwaribû.

Doza "alîkarîkirina sûcdar" bi giştî 15 tohmetbaran eleqedar dikir û ji bilî sê kesên nû hatine berdan, ji bo kesên din jî cezayên cuda hatibûn dayîn.