Li Mêrdînê qeza: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di encama qezayeke trafîkê de kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn ku yek ji wan pitikek e.
Qeza, li ser rêya Midyad-Kerboranê li xaçerêya Taxa Bariştepeyê qewimî.
Otomobîlek û motosîkleteke sê-teker a bi qese li hev qelibîn.
Di qezayê de, Abdulbakî E. yê 60 salî li cihê bûyerê mir. Mehmet Salih E. (19), Omer O. (30), Demet O. (28) û pitika 10 mehî Melîh O. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Birîndar, bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.