TAYBET - Taxên Kurdan ên Helebê di çi rewşê de ne?
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Encumena Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê Nûrî Şêxo ragihand ku ev demek e komên çekdar ên hikûmeta Şamê hewl didin aramiya wan her du taxên Kurdan têk bidin û 30 xalên leşkerî danîne.
Nûrî Şêxo her wiha da zanîn ku peymanên hatine kirin bi temamî hatine binpêkirin.
"Tevgerên leşkerî zêde bûne"
Li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê yên Kurdan liv û tevgera hêzên hikûmeta Şamê zêde bûye.
Hevserokê Encumena Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê Nûrî Şêxo bû mêvanê Rûdawê û behsa liv û tevgera komên çekdar a ji bo têkdana aramiya taxên Kurdan ên Helebê kir.
Nûrî Şêxo got, “Ev nêzîkî mehekê ye aloziya li taxên Kurdan zêde bûye.
Kampanyayeke medyayî li dijî van her du taxan dest pê kiriye û van demên dawî li derdora taxên Kurdan dest bi tevgerên leşkerî hatiye kirin.
Wan çend xalên leşkerî û çavdêriyê danîne, astengiyên ewlehiyê çêkirine û tirs xistiye nav dilê xelkê.”
Fermandariya Hêzên Ewlehiyê ya Navxwe ya Helebê ya Rêveberiya Xweser 22yê Îlona 2025an ragihandibû ku wan bersiv daye êrişeke "komên derveyî yasayan" ên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, çekdarek hatiye kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.
"Komên çekdar dixwazin şer derkeve"
Nûrî Şêxo komên çekdar bi wê yekê tohmetbar dike ku ew hewl didin aloziyê derxin û xwesteka wan a şer heye û got:
“Hinek çekdarên neyasayî li derdora taxên sivîlan ên Kurdan kom bûne.
Beşek ji wan ên Wezareta Parastinê ne û beşeke din jî komên çekdar ên derveyî sîstema parastina Sûriyeyê ne, wekî Hemzat, Emşat û çend komên din.
Wan zêdetir dixwest ku alozî û şer rû bide. Wan 25 heta 30 xalên leşkerî danîne."
Amerîkayê sala 2023yan, ji ber tometên li dijî Kurdan ên li Efrînê, Ebû Emşet û koma wî ceza kirbûn.
Emşat yek ji wan koman bû ku sala 2018an li gel Tirkiyeyê êrişî Efrînê kiribû.
Çekdarên Emşatê bi kuştina xelkê û talankirin û têkdana mal û milkên xelkê tê tawanbarkirin.
"Rêya Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin"
Nûrî Şêxo eşkere kir ku ev hefteyek e rêya di navbera Heleb û Rojavayê Kurdistanê de girtî ye û dema gihîştina Rojavayê Kurdistanê ji 4 saetan derketiye 10 saetan û got:
"Rêya Dêr Hafirê bi temamî girtî ye. Ev hefteyek e ne otomobîlek û ne jî kesek çûyîn û hatinê nake.
Çûn û hatina ji bo herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê pir zehmet bûye. Berê 4 saet hewce bû ji bo gihîştina Cizîrê lê niha 8 heta 10 saetan digire.
Ev karên koman bi temamî li dijî peymanên Adar û Nîsanê ne.”
Li gorî peymana 1ê Nîsanê ya 2025an a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, hemû şervanên HSDyê ji her du taxên Kurdan ên Helebê vekişiyan û tenê Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên Rêveberiya Xweser li wan taxan man.
Lê ev demek e Hêzên Ewlehiyê yê Navxwe komên çekdar tawanbar dikin ku hewl didin êrişî van her du taxan bikin.
Nûrî Şêxo van karan wekî zexteke li ser HSDyê dibîne da ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe.
"Dixwazin em teslîm bibin"
Şexo derbarî vê yekê got, “Ev kar hincet in da ku zextê li ser HSD û Rêveberiya Xweser bikin lê hincetên wan bê bingeh û ne rast in.
Tenê zext in da ku HSD tevlî artêşa Sûriyeyê bibe. Ew dixwazin piştî 20 salan şer û qurbanîdanê, em bê merc teslîm bibin."
Nûrî Şêxo derbarê xalên kontrolê yên hevpar ên di navbera Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê de li derdora taxên Kurdan ên Helebê jî got:
“Xalên hevpar heta niha kar dikin û ti guhertin tê de çênebûye û çûn û hatina ji bo nav bajêr heye.
Ji bo çareserkirina rewşê, pêwîst e peyamna 1ê Nîsanê careke din were aktîfkirin.”
"Taxên me Sûriyeyeke biçûk in"
Nûrî Şêxo behsa hejmara niştecihên wan her du taxan jî kir û ew tax wekî "Sûriyeyeke biçûk" bi nav kirin û got:
“Zêdetirî 400 hezar kesî li her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hene û birêvebiriyên wan demokrat in, her kes xwedî maf û erk e.
Her çend erdnîgariyeke biçûk be jî ji hemû pêkhateyan li wan dijîn û mirov dikare wekî Sûriyeyeke biçûk bi nav bike."