Doza Pîne Kafeyê: 'Tohmet li hemberî Kurdî ne'

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê doza Ramazan Şîmşekê ku ji ber ragihandibû dê li kafeya xwe xizmetê bi Kurdî bide hatibû desteserkirin, berdewam kir.

Şîmşek got, “Ev darizandin û tohmet li hemberî zimanê Kurdî ne.”

Rûniştina dozê li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê hat dîtin û Ramazan Şîmşek û parêzerê wî Mehdî Ozdemîr beşdar bûn.

Çavdêrê dozê yê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û polîsek jî rûniştin şopandin.

"Li hemberî Kurdî alerjiyek heye"

Li gorî nûçeya Denîz Tekîn a ji Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Şîmşek bi rêya wergêr parastina xwe kir û diyar kir ku ji ber xwestiye li kafeya xwe xizmeta Kurdî bide rastî zextan hatiye û got:

“Her mirov bi zimanê xwe heye. Li Amedê piranî bi Kurdî diaxivin. Li hemberî Kurdî alerjiyek heye, ez vê fêm nakim.

Armanca min parastina zimanê min û parastina demokrasiyê ye. Li cihê ku yek ziman lê hebe demokrasî nabe. Pirzimanî dewlemendiya civakê ye.”

Bersiva tohmeta propagandeyê

Şîmşek bertek nîşanî tohmeta “propagandaya rêxistinê” da û got:

“Me 15ê Gulanê di Roja Cejna Zimanê Kurdî de pîrozbahî kir. Min propaganda nekir, ez tenê xwedî li zimanê xwe derketim.

Dijminatiya min a li hemberî Tirkî nîne. Min tenê xwest ku Kurdî li her derê bê axaftin.”

Her wiha wî diyar kir ku hay ji biryara komkirina pirtûk û materyalên li kargeha wî nebûye.

Berteka parêzeran

Parêzer Mehdî Ozdemîr bi bîr xist ku muwekîlê wî li ser medyaya civakî rastî kampanyaya lîncê hatiye û di encama îxbarên polîsan de hatiye desteserkirin.

Ozdemîr diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê de sê caran tohmet hatiye guhertin û anî ziman ku ev kiryar nîşaneya tehemûlnekirina Kurdî û binpêkirina ewlehiya hiqûqî ye.

Parêzer Yakup Guven jî diyar kir ku armanca Şîmşek tenê teşwîqkirina axaftina bi Kurdî bûye û got ku muwekîlê wî ji ber parastina zimanê xwe yê zikmakî di bin zexta darazê de ye.

Guven bi bîr xist ku bi Peymana Lozanê re axaftina welatiyan a bi zimanê xwe li kargehê hatiye misogerkirin.

Biryara dadgehê û rûniştina bê

Dozgeriyê xwest ku ji bo amadekirina mitalaya esasî dosye ji wan re bê şandin.

Dadgehê ji bo amadekirina mitalayê û lêkolîna dosyeyê dem da dozgeriyê û danişîn taloqî 13ê Çiriya Paşînê kir.

Çi bûbû?

Şîmşekê ku li Kolana Hunerê ya Amedê xwediyê Pîne Kafeyê ye, piştî 15ê Gulana 2024an a Roja Cejna Zimanê Kurdî ragihandibû ku dê li kafeyê xizmet tenê bi Kurdî bê dayîn.

Şîmşek li ser medyaya civakî hatibû hedefgirtin û gef lê hatibûn xwarin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “endambûna rêxistinê ya pirxelekî” dest bi lêpirsînê hatibû kirin.

Şîmşek 29ê Gulana 2024an di biserdegirtina polîsan a li ser kafeyê de hatibû desteserkirin, piştî du rojan bi şertê hepsa malê hatibû berdan.

Ew heta 29ê Çiriya Paşîn a 2024an 6 mehan di hepsa malê de ma.

Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Şîmşek xizmeta bi Kurdî ya li kafeyê “li gorî Cejna Zimanê Kurdî eyar kiriye” û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî stran û gotinên ku tê de peyva “Kurdistan”ê derbas dibe parve kiriye û ev wekî sûc hatibûn nîşandan.