AMED - Sara li mala xwe daleqandî hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Sara Merabiya 24 salî ya dayîka du zarokan, li navçeya Peyasê ya Amedê li mala xwe mirî hat dîtin.
Bûyer îro serê sibehê qewimî.
Li gorî agahiyan, xizmên Sara Merabiyê ew li mala wê bi dolaba ve bi daleqandî dît.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê diyar kir ku Sara Merabî miriye.
Tîman termê Sarayê ji bo otopsiyê bir morga Saziya Tiba Dadî.
Aliyên pêwendîdar her du zarokên wê yên 3 û 5 salî xistin bin parastina dewletê û hêzên ewlehiyê jî bav ji bo îfadeyê bir navenda ewlehiyê.
Hat angaştkirin ku pirsgirêkên derûnî yên wê dayîkê hebûne.
Derbarê bûyerê jî dest bi lêpirsînê hat kirin.