Hesekê- Hêzên Sûriyeya Demokratîk 12 gund girtin

02-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hesekê (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk, li derdora bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 12 gund ji destê DAIŞê derxistin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku pêr li başûrê bajarê Hesekê operasyonek li dijî çekdarên DAIŞê dabûn destpêkirin, pêşde diçin.

Li gorî agahiyan, hêzên han vê sibehê seat 03.00 ji aliyê bajarokê Til Berak operesyona xwe xistin tevgerê û di encamê de gundê Xirbetla Mmezin ku 10 km dikeve başûrê rojavayê Til Berak.

Herwiha duhî gundê Xirbetla Biçûk û gundê Reyis hatin girtin.

Dîsa îro li aliyê bajarê Hesekê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dest bi operesyonê kir û di encamê de 9 gund ji DAIŞê hatin stendin.

Duhî danê sibê gundê bi navê Şucae el Faris li nêzîkî bajarê Til Hemîsê ji çekdarên DAIŞê standin. Hat gotin ku di wê operasyonê de komek çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ziyanek mezin  gihîşt wan.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo rizgarkirina başûrê Hesekê, pêr 31ê Cotmehê bi piştevaniya balafirên şer ên hêzên hevpeymaniya navdewletî dest pê kiribû, didome.  

Li başûrê Hesekê, bajarokên Holê, Şedadê û Mergeda heta niha jî di destê DAIŞê de ne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 12ê Cotmehê hat avakirin û ji YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Burkan El Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û hinek komên din ên leşkerî pêk hatiye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst