Çekdar di mala talankirî de nimêja înê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarên grûpên çekdar ên Îslamî yên girêdayî Tirkiyê li navçeya Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê di nav maleke de piştî dizî û talankirinê nimêja înê kirin.
Medyaya grûpên çekdar dîmenên fermandar û çekdarên wan grûpan belav kirine ku tê de nimêja înê ya roja 1ê Mijdarê di nav malekê de dikin.
Doktor Mihemed Arif Elî ji Rûdawê re ragihand ku ew mala ku grûpên çekdar di nav de nimêj dikin mala wî ye ku grûpên çekdar dest danîne ser û talan kirine.
Mihemed Arif Elî diyar kir ku mal li gundê Tenûz li rojavayê Girê Spî ye û grûpên çekdar bafilên deng ên mizgefta gund dizîne û li ser banê mêvanxaneya wan siwar kirine û nimêja înê li hewşa mêvanxaneyê kirine.
Doktor Mihemed Arif Elî da zanîn ku grûpên çekdar dest danîne ser malên gundiyan û bi temamî talan kirine û kirine baregehên serbazî.
Di nav nimêjkeran de, Fermandarê Grûpa Çekdar a Feyleq el Mecidê Yasir Ebdulrehîm heye ku sivkatî bi şervana Kurd a dîlgirtî Çîçek Kobanî kiribû.