Rêveberiya Xweser 49 jin û zarok radestî Almanya û Holandayê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 49 jin û zarokên çekdarên DAIŞê radestî herdu welatên Holanda û Almanyayê kirin
Rêveberiya Xweser îro Çarşemê 2yê Mijdara 2022yan 12 jin û 37 zarok şande herdu welatên Almanya û Holandayê kirin.
Piştî serdana şandeke hikûmeta Holandayê bo Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, 11 jin û 33 zarokên hilgirên nasnameya Holandî bo şandê hatin radestkirin.
Her îro, Çarşemê, şandeke hikûmeta Almanyayê serdana Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir û 5 welatiyên Almanî ku jinek û 4 zarok bûn wergirtin.
Di Cotmeha borî de, her pênc welatên Rûsya, Almanya, Fransa, Austuralya û Kanadayê 125 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandibûn welatên wan.