HELEBCE - Bazar geş bû û bi milyaran dînar hatin xerckirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di sê rojên Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê de, nêzîkî çar milyar dînar tenê ji bo çûnûhatin û bazarê hat xerckirin û zêdetirî nîvê wî pereyî ji bo benzînê bûye.

Li gorî lêkolîneke bernameya "Rojî Hiwa Cemal" a Tora Medyayî ya Rûdawê ya li ser xerciyên Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê, tenê di çûnûhatin û bazarê de nêzîkî çar milyar dînar hatiye xerckirin.

Li gorî daxuyaniya lijneya serpereştiyarên festîvalê, tenê li cihê festîvalê bi bihayê milyarek û 700 milyon dînar hatiye xerckirin.

Ji vê yekê 700 milyon dînar ji bo berhemên çandiniyê, 800 milyon dînar ji bo xwarinê û 200 milyon dînar jî ji bo karên destan bûye.

Li gorî amaran, 86 hezar û 879 wesayîtên wekî motorsîklet û otobusên mezin ji bo çûnûhatina geştyaran hatine bikaranîn.

Eger ji bo her wesayîtekê bi navînî 20 lître benzîn bê hesabkirin, di wan sê rojan de ji bo çûn û hatinê nêzîkî du milyon lître benzîn hatiye şewitandin.

Tevahiya pereyê ku ji bo sotemeniyê hatiye xerckirin zêdetirî milyarek û 700 milyon dînar e.

Tenê motorsîkletan bi qasî 12 milyon dînarî benzîn şewitandine.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, festîvalê bazara bajêr wisa geş kiriye ku sê qatê şêniyên parêzgehê çûne parêzgehê.