Geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Silêmaniyê ji nû ve dest pê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Geştên asmanî yên ji Tirkiyeyê bo Balafirgeha Silêmaniyê sibe danê sibehê dest pê dikin.

Tê payîn ku sibehê yekem geşt ji Tirkiyeyê ber bi Silêmaniyê ve bê kirin.

Yekem geşt dê ji aliyê Rêhewaya Tirk (Turkish Airlines) ve be û ew kompanya dê hefteyê 4 caran geştan pêk bîne.

Birêvebirê Balafirxaneya Silêmaniyê yê Rêbaz Mihemed Xelîl di konferanseke rojnamegeriyê de behsa destpêkirina geştên di navbera Tirkiye û Silêmaniyê kir.

Rêbaz Mihemed ragihand ku vekirina asmanê Tirkiyeyê dê hejmara geştên wan zêde bike û got, "Girtina asmanê Tirkiyeyê ji sedî 35ê çalakiyên balafirxaneyê kêm kiribû."

Rêbaz Mihemed her wiha da zanîn ku ew hewl didin hejmara geştên xwe zêde bikin.

Piştî nêzîkî du salan, 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an û li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi razîbûn Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, qedexeya li ser Balafirhega Silêmaniyê hat rakirin.

Birêvebirê Ragihandinê yê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê Dana Mihemed jî ji Rûdawê re got:

“Piştî rakirina qedexeyê, saet 01:10ê danê sibehê ya 3yê vê mehê sefera yekem a balafira Turkish Airlinesê bigihîje Balafirhega Silêmaniyê.”

Li gorî gotina Dana Mihemed, seferên di navbera Balafirhega Silêmaniyê û Tirkiyeyê de dê li gorî plana Turkish Airlinesê hefteyê çar rojan bên kirin.

Navê balafirxaneyê tê guhertin

Pêşniyar hatibû kirin ku navê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê bibe "Balafirhega Navneteweyî ya Celal Talebanî" û Serokwezîrê Îraqê jî razîbûna xwe nîşan dabû.

Dana Mihemed derbarê rêkarên guhertina navê Balafirhega Silêmaniyê got:

“Hemû rêkar li Îraqê temam bûne lê hinek rêkarên navneteweyî mane; piştî temambûna rêkarên navneteweyî, dê di merasîmekê de navê wê bê guhertin.”

Tirkiyeyê cara yekem 3yê Nîsana 2023yan, qada xwe ya asmanî li ber Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê girtibû.

Tirkiyeyê bi hinceta zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Silêmaniyê ambargo danîbû ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê.

Hîmê Balafirhega Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hatibû danîn û sala 2005an bi awayekî fermî hatibû vekirin.