Nasnameyên 7 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 7 gerîlayan eşkere kirin ku li herêma Zapê di operasyonên artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê daxuyaniyek belav kir û nasnameyên 7 gerîlayan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên her 7 gerîlayan bi vî rengî ne:

Sefqan Garzan: Navê wî yê fermî Agît Akgun e, ji Bedlîsê ye. Navê dêya wî Fatma û navê bavê wî Rasîm e. 20ê Adara 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Rêvan Aslan: Navê wê yê fermî Berîvan Katar e, Şirnexê ye. Navê dêya wê Kadriye, navê bavê wê Husnu ye. 20ê Adara 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Bahoz Bagok: Navê wî yê fermî Recep Unus e, ji Mêrdînê ye. Navê dêya wî Servet, navê bavê wî Îsa ye. 4ê Kanûna Paşîn a 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Argeş Tolhildan: Navê wî yê fermî Veysî Aktaş e, ji Colemêrgê ye. Navê dêya wî Mercî û navê bavê wî Recep e. Nîsana 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Berxwedan Hesekê: Navê wî yê fermî Omer Herdan e, ji Hisîçayê ye. Navê dêya wî Sena û navê bavê wî Seleh e. Nîsana 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Mîtan Agirî: Navê wî yê fermî Salîm Selmo ye, ji Rimêlanê ye. Navê dêya wî Meryem û navê bavê wî Suleyman e. 13ê Sibata 2024an li Zapê canê xwe ji dest daye.

Cîlo Çarçela: Navê wî yê fermî Xelîl Suleyman e, ji Reqayê ye. Navê dêya wî Marî û navê bavê wî Abdulkadîr e. 4ê Kanûna Paşîn a 2025an li Zapê canê xwe ji dest daye.