Mehmet Oncu: Mereşê nasnameya xwe ya Kurdî ji dest daye
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û lêkoler Mehmet Oncu ragihand ku li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ziman û nasnameya Kurdî nemaye.
Mereşa Bakurê Kurdistanê îro ji aliyê UNESCOyê ve wekî "Bajarê Edebiyatê yê UNESCOyê" hat hilbijartin
Lekoler û nivîskar Mehmet Oncu tevlî Bultena 17:00an a Rûdawê bû û li ser pirsa wate û girîngiya vê pêngava UNESCOyê ya ji bo Mereşê axivî.
"Mereş bajarekî windayî ye"
Oncu diyar kir ku Mereş li Bakurê Kurdistanê wekî bajarekî windayî ye û sedema vê yekê jî bi siyaseta asîmîlasyonê ya dijwar a Tirkiyeyê ve girê da.
Mehmet Oncu got, "Ji ber ku Mereş li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, asîmîlasyoneke gelekî giran li ser hatiye meşandin.
Êdî gelheyê Kurd bi Kurdî naaxive, bi Tirkî diaxive û kar û barên xwe yên rojane jî bi Tirkî birêve dibe.
Kurdî pir kêm li gund û navçeyên Mereşê maye."
Lekoler Oncu her wiha da zanîn ku xebatên wêjeyî yên li bajêr bi temamî bi zimanê Tirkî ne û hejmara Kurdên ku dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsin gelekî kêm e.
"Rewşa Semsûrê jî ne baş e"
Oncu rewşa zimanê Kurdî ya li Semsûrê jî wekî mînak nîşan da û got ku her çend ji sedî 90ê xelkê Semsûrê Kurd bin jî, asîmîlasyon li wir jî bi bandor e û wiha pê de çû:
"Li Semsûr û Meletiyê jî Tirkî ketiye nav malan. Dayîk bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin.
Ji ber ku zimanê dayîkê ji bazarê, ji dibistanan û ji weşanan hatiye îzolekirin, êdî xelk pêwîstiyê pê namîne ku bi zimanê dayîkê biaxive."
Li ser pirsa “Gelo li dibistanên Mereş û Semsûrê dersên bijarte yên Kurdî hene yan na?” jî Oncu got, "Li Semsûrê polek yan jî du pol hene, ew jî bi israra dayîk û bavê wan hatine vekirin.
Bi giştî eleqeyeke zêde ji bo zimanê Kurdî tune ye."
"Çareserî bi piştgiriya dewletê dibe"
Oncu teqez kir ku ji bo vegerandina zimanê Kurdî li van bajaran pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye û got:
"Bipêşveçûna zimanê Kurdî bi piştgiriyeke xurt pêk tê. Divê di çarçoveya bernameyan de û bi alîkariya dewletê zimanê Kurdî li van deran careke din zindî bibe.
Eger piştgiriyeke zêde xurt nebe, ne mimkun e ku li Mereşê zimanê Kurdî êdî bi şûn de vegere, êdî ew yek pir zehmet e."
Mehmet Oncu di dawiya axaftina xwe de amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û got, "Em hêvî dikin di çarçoveya vê pêvajoya aştiyê de ku niha li Parlamentoya Tirkiyeyê gengeşî li ser rewşa ziman heye ew guhertin pêk werin.
Eger pêvajo bi awayekî erênî bi ser keve, çêdibe ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Wê demê rewş dê biguhere."