GEYARE - Barana reş barî

Geyare (Rûdaw) – Li navçeya Geyare ya Mûsilê, ji ber agirê bîrên petrolê, ev 3 hem in esman bi ewrên reş nixûmiye û bi barîna baranê, dilopên reş barîn.

 

Çekdarên DAIŞê dema ji navçeya Geyareyê vekişiyan, bi dehan bîrên petrolê dane ber agir. Ev 3 meh in agirê wan bîran nehatiye kontrolkirin.

 

Di yekemîn barana payîzê de ewrekê reş û tarî dakete ser navçeyê û paşî baraneke reş ji esmanan hate xwarê.

 

Xelkê navçeyê dibêjin, ji ber metirsiya baranê, hemû kesan deriyê mal û dukanên xwe girtine.

 

Ji ber dûmana bîrên petrolê, li navçeya Geyareyê bi sedan kes nexweşiya xitimîna sing, nefes û qirikê girtine û çermên leşê wan têk çûye.