Navenda Nûçeyan - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê oparasyonek li dijî gerîlayên PKKê hat lidarxistin. Hat ragihandin di oparasyonê de gelek çek û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.
Parêzgeha Colemêrgê di daxuyaniyke de ragihand ku di navbera hêzên artêşa Tirkiyê yên ku derketine oparasyonê û gerîlayên PKKê de şer derket.
Li gorî daxuyaniyê di vê oparasyona li herêmên navçeya Şenzînanê hatiye encam de ambareke çekan û gelek madeyên teqemeniyên gerîlayên PKKê û hatine desteserkirin.
Ji aliyê din ve li gor agahiyên ku ji Sererkaniya Tirkiyê hatine belavkirin, li navçeya Dihê ya Sêrtê di operasyona hêzên ewlekariyê de 43 kîlo amonyum nîtrat, kîloyek û 400 qiram teqemeniya A4, 131 funye, teqemeniyeke bi destan hatiye çêkirin, 12 bombeyên destan, 2 hezar û 871 fîşeng û amûrên pê teqemeniyê çêdikin hatin girtin.
(A.B)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse