Efe Tektekînê 5 salî di bin wesayîta zirxî de mabû: Dadgehê biryara beraatê betal kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îstînafê biryara beraatê ya polîsê şofêrê wesayîta zirxî yê ku li navçeya Rezana Amedê bûbû sedema mirina Efe Tektekînê 5 salî betal kir.
Dadgeha Îstînafê diyar kir ku kuştina bi wesayîta zirxî dema ku polîs li ser karê xwe bûye pêk hatiye.
Dadgehê ji bo ku darizandin bê kirin, derbarê polîs de destûra lêkolînê xwest.
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2019an dema ku Efe Tektekînê 5 salî derbasî aliyê din ê rê dibû, wesayîteke zirxî ya polîsan lê qelibî û canê xwe ji dest da.
Bapîrê Efe Tektekîn, Mehmet Tektekîn jî 6ê Hezîrana 2018an li heman deverê di encama qelibîna wesayîteke zirxî de canê xwe ji dest dabû.
Polîs Îdrîs Aksoyê bûbû sedema mirina Efeyê 5 salî, di doza bi sûce ku “ji ber xemsariyê bûye sedema mirinê” dihat darizandin de beraat kiribû.
Parêzerê malbata Tektekînan, Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û dozgerê dadgehê bi hinceta ku biryara beraatê ya dadgeha herêmî li dijî qanûnan e serî li Dadgeha Îstînafê da.
10emîn Daîreya Cezayê ya Edliyeya Herêmê ya Amedê ku dosyeya dozê lêkolîn kir, ji ber ku kêmasiyên qanûnî hene biryara dadgeha herêmî betal kir.
Di biryarê de hat ragihandin dema dadgeha ku darizandin kiriye derbarê bersûc de ji saziya pêwendidar destûra lêpirsînê xwestiye.
Di pêvajoya destûrê de li şûna ku darizandinê ragire, domandiye û biryara ku derbarê bersûc de daye li dijî hiqûqê ye.
Dadgeha Îstînafê ji dadgeha herêmî re şand
Dadgeha Îstînafê ji bo kêmasî bên temamkirin dosyeyê ji dadgeha herêmî re şand.
Dadgeha herêmî dê li gorî betalkirina Dadgeha Îstînafê di doza ku ji nû ve bê dîtin de biryara ragirtina darizandinê bide.
Ji bo derbarê polîsê bersûc de destûra lêpirsînê bê dayîn dê ji Parêzgariya Amedê destûr bê xwestin.
Eger parêzgarî destûr bide dê darizandin ji cihê mayî berdewam bike.
Eger destûra lêpirsînê neyê dayîn û îtiraza li dijî vê biryarê were redkirin, dê ji bo dozê biryara hilweşandinê bê dayîn.