Li Rihayê karkerek ji avahiyê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê karkerekî avahîsaziyê ji avahiyê ket û rehmet kir.

Bûyerê li Taxa Dumlupinarê rû da.

Celal Akinciyê 46 salî dema ku di qata 2yemîn a avahiyekê de dixebitî hevsengiya xwe winda kir û ket erdê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.

Tîman Akinci rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akif Înanê lê ew nehat rizgarkirin.

Termê karkerê 46 salî piştî kar û barên otopsiyê yên li Saziya Tiba Dadî ya Rihayê radestî malbata wî hat kirin.