Li Dîlokê qeza: 2 mirî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erebanê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li kamyoneke parkkirî qelibî û di qezayê de 2 mirin û 2 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku Tunahan Yîgît diajot li kamyoneke parkkirî qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku şofêrê otomobîlê Tunahan Yîgît û Mehmet Çetînpolat mirine û H.N.Ç. û U.D. jî birîndar in.

Tîmên tenduristiyê H.N.Ç. û U.D. bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyê.