Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.
Endamên heyetê yên ku ji Parlamentera Wanê Pervîn Buldan, Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên îro çûbûn Girava Îmraliyê.
Heyetê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
DEM Partiyê li ser hevdîtinê daxuyanî da û got, “Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtina bi Birêz Ocalan re ji Îmraliyê vegeriyan.”
Ev ziayret piştî hevdîtina endamên Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Ocalan, wekî ziyareta yekem a heyetê bû.
Her wiha Heyetê piştî hevdîtinan daxuyaniyên nivîskî belav dikir û tê pêşbînîkirin ku piştî vê ziyaretê jî derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî bê dayîn.
Herî dawî 24ê Çiriya Paşîn a 2025an şandeke Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê ku ji nûnerên MHP, AK Partî û DEM Partiyê pêk dihat di çarçoveya pêvajoyê de çûbû Îmraliyê û li Ocalan guhdarî kiribû.
Biryar e endamên şandeya Komîsyonê di civîna 4ê Kanûna Pêşîn a 2025an de derbarê naveroka wê civînê de zanyariyan bidin endamên din ên Komîsyonê.