Li Cizîrê zarokek ket Çemê Dîcleyê û winda bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê zarokekî 10 salî ket Çemê Dîcleyê û winda bû.
Li navçeya Cizîrê, li nêzîkî Pira Cizîrê ya li ser Çemê Dîcleyê zarokek ket çem.
Li gorî agahiyan, Ahmet Erçîlê 10 salî dema ku xwestiye şimika xwe ji avê derxe lingê wî şemitiye û ketiye çem. Zarok piştî demekê ji ber çavan winda bûye.
Li ser agahdarkirinê tîmên Şaredariya Cizîrê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina Ahmet Erçîl dest bi xebatên lêgerînê kir.
Tîman heta danê êvarê xebatên xwe domandin lê encamek bi dest neket.
Ji ber ku tarî bû, navber dan xebatên lêgerînê.
Hat ragihandin ku xebat dê sibe demjimêr 08:00an bi beşdariya tîmên cuda yên ku ji bajarên din bidomin.
#WÊNE - Li Cizîrê zarokek ket Çemê Dîcleyê û winda bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 2, 2025
🔴 Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê zarokekî 12 salî ket Çemê Dîcleyê
🔴 Ahmet Erçîlê 12 salî dema ku xwestiye şimika xwe ji avê derxe lingê wî şemitiye û ketiye çem
🔴 Piştî demekê jî ji ber çavan winda bûye pic.twitter.com/85A7XNa2co