Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Dêrsim bi berfê xweşik bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê berf bariya û bi taybetî herêmên bilind spîçîl bûn.

Li Erziromê berfa ku doh êvarê dest pê kir, ber bi sibehê ve bandora xwe zêde kir û deverên bilind xistin bin kirasekî spî.

Navenda Kaşûnê ya Palandokenê jî piştî barînê bi berfê nuximî.

Li Qersê mij û berf

Li Qersê jî ji doh ve dem bi dem berf dibare.

Hinek kesan berfa li ber xanî û kargehên xwe, tîmên Şaredariya Qersê jî berfa li ser peyarêyan paqij kir.

Li bajêr mij jî çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû.

Erdexan

Li Erdexanê jî berf û hewaya sar heye.

Li bajêr ji ber berf û sermayê qeşa çêbû û cih bi cih mij hat dîtin.

Agirî

Li Agiriyê barana gur a ku bi şev dest pê kiribû, ber bi sibehê ve cihê xwe ji berfê re hişt.

Berfa ku bandora xwe zêde kir, deverên bilind, navenda bajêr û gund spî kirin.

Tîman dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.

Li Dêrsimê dîmenên xweşik

Li Dêrsimê jî li hinek deverên bilind berf bariya.

Lûtkeyên çiyayan di bin berfê de man û dîmenên xweşik, spehî û bedew derketin holê.