Li Meletiyê pevçûna bi çekan, 3 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûna bi çekan derket û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Bûyer li Taxa Kernekê qewimî.

Ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn du kom bi hev ketin û wan li hemberî hev çek bi kar anîn.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê A.Y.A, A.E. û A.Syê ku di pevçûnê de birîndar bûn, bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê.

Polîsan derbarê bûyerê 7 kes desteser kirin.