Cezayê Cemîl Taşkesen hat pesendkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê bi hinceta "gefxwarina li Serokkomar" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê da Cemîl Taşkesen.

Taşkesen, sala 2021ê ji Meral Akşenerê re gotibû "Ev der Kurdistan e" û bi vî awayî hatibû naskirin.

Sala 2014an li herêma Herekolê ya Sêrtê gorên gerîlayên PKKyê bi makîneyên kar û balyozan hatibûn xerakirin.

Cemîl Taşkesen jî yek ji wan kesan bû ku çûbû herêmê û dîmenên xerakirinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiribûn.

Li ser van parvekirinan bi tohmeta "gefxwarina li Serokkomar" li Dadgeha 2yemîn a Cezayê Giran a Sêrtê doz li Cemîl Taşkesen hat vekirin.

Dadgehê di darizandinê de sala 2023yan, ango piştî 9 salan 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Cemîl Taşkesen birî.

Cemîl Taşkesen li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da.

Daîreya 9emîn a Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Amedê bi îdiaya "sûc hatiye îsbatkirin" serlêdan red kir.

Li ser vê yekê cezayê Taşkesen hat pesendkirin.

"Ev der Kurdistan e"

Cemîl Taşkesen 29ê Çiriya Pêşîn a 2021ê dema Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê ya wê demê Meral Akşener çûbû navçeya Misircê ya Sêrtê jê re gotibû, "Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin."

Taşkesen bi vê gotina xwe ketibû rojevê û wê demê li Dadgeha Misircê îfade dabû.