Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê li ser binçavkirina tîma Rûdawê li Seyid Sadiq

03-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Mixabin îro bi awayekî pilankirî rê li tîma Tora Medyayî ya Rûdawê dihat girtin ku nekaribe bûyerên Seyid Sadiq veguheze. Rudaw bi tê naskirin ku bi awayekî zindî û di dema xwe de hemû bûyeran vediguheze.

Li Silêmaniyê jî hinek berpirsên Wezareta Navxwe gef li Rûdawê xwarin ku dikarin bi zarokên biçûk êrişî Rûdawê bikin. Îro saet 4ê êvarê Rêveberê Nivîsîngeha Rûdawê li Silêmaniyê Kawe Emîn ji aliyê polîs ve hat girtin û heta çêkirina vê nûçê jî nehatiye berdan. Her wiha dest bi ser amûra S.N.G a Rûdawê jî hat girtin û paşê jî hemû endamên tîmê hatin girtin.

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li gorî li gorî qanûnên rojnamevaniyê yên Herêma Kurdistanê bûyerên Seyid Sadiq veguheztiye û xelkê Kurdistanê jî şahidê vê yekê ne. Tora Medyayî ya Rûdawê peyam û hizra hemû aliyekî gihand muxateban û wêne jî bi tevahî gihand û dê hertim jî wiha be.

Em wan nêzîkbûnên polîs wek binpêkirina qanûn û destdirêjî bi ser azadiya karê medyayî li Kurdistanê dibînin û bi tundî vê yekê protesto dikin û daxwaz dikin demildest tîma Rûdawê bê berdan û kamera û S.N.G jî radestkirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê

03/01/2014

Hewlêr-Başûrê Kurdistanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst