Hewlêr (Rûdaw)- Tîma rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Seyid Sadiq serbes hatin berdan
.
Tîma Rûdawê ku xwepêşandana Seyid Sadiq dişopand û bi awayekî zindî bûyerên xwepêşandanê diweşandin, îro (03.01.2014) demjimêr 04:00 pitştî nîvro bi dema Hewlêrê li wî bajarokî ji aliyê polîs ve hatibûn girtin, û piştî nîv demjimêrê hatin berdan.
Rêveberê ofîsa Silêmaniyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Kawa Emîn, ku li Seyid Sadiq xwepêşandanê dişopîne, ragihand: “Polîs bi awayekî baş mamele ligel me de kirin û tenê lihvetênegihiştinek hebû, lê piştî gotûbêjê ligel hêzên polîs ew pirsgirêk hat çareserkirin”.
Kawa Emîn tekez jî kir ku tîma Rûdawê dê berdewam be di şopandina bûyeran de bi awayekî profişînal.
Tora Medyayî ya Rûdawê îro, di daxuyaniyekê de li ser binçavkirina tîma Rûdawê li Seyid Sadiq ragihand ku Li Silêmaniyê jî hinek berpirsên Wezareta Navxwe gef li Rûdawê xwarin ku dikarin bi zarokên biçûk êrişî Rûdawê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse