Seyid Sadiq (Rûdaw)- Îro înê mîna duh pêncşemê xwepêşandan li bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve derket.
Xwepêşander dixwazin her 27 kesên ku duh (02.01.2014) hatine girtin bêne berdan.
Hêzekî mezin ê ewlekarî, polîs û pêşmerge jî li bajarokê belav bûne.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Seyid Sadiq ragihand ku piştî bidawîhatina merasîma veşartina termê Biryar Hesen ê ku di xwepêşandan duh de jiyana xwe ji dest da û îro li goristana bajarokê hat veşartin, hemwelatî rijane ser cadeyan û xwepêşandan destpêkirin.
Herwiha got “Hejmara zêde ya kesên ku li goristanê amade bûn xwepêşandan kirin û çend parlamenterên frkisyona Gorran û Komela Îslamî jî tevlî xwepêşanderan bûn”.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku xwepêşander daxwaza berdana her 27 kesên ku duh hatine girtin dikin û biryare jî komîteyeke Parlamentoya Kurdistanê ligel xwepêşanderan û aliyên din bicive.
Xwepêşanderên Seyid Sadiq daxwaz dikin ku berpirsên îdarî yên bajarokê dest ji kar vekişînin.
Li gor zanyariyan di xwepêşandan ku duh li wê bajarokê derketibû de, ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse