Hewlêr (Rûdaw)- Qaymqamê Seyid Sadiq Erkan Hesen di bin guvaşa xwepêşanderên ku ji duh ve li nav cade û kolanên bajarokê ne, dest ji kar vekişand.
Qaymqamê Seyid Sadiq Erkan Hesen ev nûçe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir û got ku wî dest ji kar vekişandina xwe pêşkêşî Parêzgarê Silêmaniyê kiriye.
Ji duh de rewş li bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve aloz e. Di xwepêşandana duh de ciwanekî bi navê Biryar Hesen jiyana xwe ji dest da û 61 kesên din jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê derbarê birîndaran de got ku bi tenê yek birîndar bi gule birîndar bûye.
Dest ji kar vekişandina Qaymqam yek ji daxwazên xwepêşanderan bû ku daxwaza xizmetguzariyan dikin û herwiha li dijî wê yekê ne ku bajarokê wan têkeve nav parêzgeha Helebce.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse