Aloziya li Seyid Sadiq didome: Birîndar hene
Seyid Sadiq (Rûdaw)- Aloziya ku bi xwepêşandana duh a li bajarokê Seyid Sadiq ê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve destpêkiribû, îro (03.01.2014) jî didome hêzên ewlekariyê guleyan di ser xwepêşanderan bi asman de dibarînin.
Şandeyê Tora Medyayî ya Rûdawê li Seyid Sadiq ragihand ku xwepêşander daxwaza dadgehkirina qaymqamê ku îro dest ji kar vekişandiye dikin.
Şandeyê Rûdawê diyar kir ku hêzên ewlekariyê guleyan di ser serê xwepêşanderan bi asman de diberdin ji bo belavkirina xwepêşanderan.
Li gor hêzên polîs “Di nava xwepêşanderan de teqe bi demançe tê kirin”.
Şandeyê Rûdawê got ku di bûyerên îro de bi dehan birîndar hene û hinek ji wan bi guleyan birîndar bûne.
Her li gor zanyariyên ku şandeyê Rûdawê dane, 2 polîs jî birîndar bûne.
Parêzgarê Silêmaniyê îro di daxuyaniyekê de got ku dê sibê (4/1/2014) komîteyeke îdarî û teknîkî bê avakirin ji bo ku guhdariya xwestekên xwepêşanderên Seyid Sadiq bikin.
Di xwepêşandana duh a li Seyid Sadiq de ciwanekî bi navê Biryar Hesen jiyana xwe ji dest da û 61 kesên din jî birîndar bûn ku bi tenê yek ji wan bi gule birîndar bûye.