Amed (Rûdaw) – Li navçeya Siwerekê ya girêdayî parêzgeha Rihayê 40 saziyên sivîl ên civakî dixwazin gora hembajariyê xwe Yilmaz Guney ji Parîsê binîn Siwerek.
Li Siwerekê Platforma Înisiyatîfa Sivîl ku ji 40 saziyên sivîl ên civakî pêkhatiye, kampanyayek destpêkirnê dixwazin gora derhenerê kurd Yilmaz Guney ji Parisê binîn bajarên xwe.
Serokê Platforma Înisiyatîfa Sivîl Vahap Bayram ji Rûdawê re ragihandin ku Yilmaz Guney hêj sax qîmetê wî nehat zanîn û got: “Qene piştî ku mirî bila em qîmetê bidine. Her çi qasî Siwerek ne cihê ku lê dayikbûyî û lê mezin bûyî jî lê cihê bavê wî ye ku lê ji dayikbûye û mezin bûye. Dema sax wî bi xwe jî her tim digot ez ji Siwerekê me.”
Bayram diyar kir ku wan ew daxwaziya xwe ji xûşka derhênerê kurd re gotiyê û wê jî bersivek erênî daye wan.
Serokê Platforma Înisiyatîfa Sivîl Bayram anî ziman ku ew dixwazin rayedar jî ji wan re bibin alîkar.
Derhênerê Kurd Yilmaz Guney sala 1937 li Edaneyê ji dayik bûye. Guney sala 1981 ji girtîgeha Isparta ya li Tirkiyeyê firar kiribû. Li Fransa di Festivala Fîlmên Cannesê de “Xelata Palmiyêya Zerîn” standibû. Ji ber nexweşiya pençeşêrê li Fransayê jiyana xwe ji dest dabû. Gora Guney li bajarê Parîs li Goristana Lachaiseyê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse