Serokê Parlamentoya Kurdistanê: Qanûn rê nade Barzanî!

03-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed diyar kir ku qanûna serokatiyê ya Herêma Kurdistanê rê nade ku Mesûd Barzanî cardin bibe namzedê serokatiyê. Mihemed her wiha got, dostên kurdan ji rewşa Başûrê Kurdistanê dilgiran in.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, ku çendekî beriya niha çûbû Ewropa û li Parlamentoya Ewropayê gotarek pêşkêş kiribû, ji televîzyona erebî ya “El Hurre” ya Iraqê re axivî.

Yûsif Mihemed, ku endamê Tevgera Gorranê ye jî, li ser serdana xwe ya Ewropayê got, ew serdana min beşek ji çalakiyên dîplomatîk bûn. Mixabin dostên me yên Ewropî ji ber tiqûfkirina parlamentoya Kurdistanê û kirîza ku li Başûrê Kurdistanê derketiye holê, dilgiran in. Helbet ezê serdana Amerîka jî bikim.

Mihemed li ser kirîza serokatiyê jî axivî û got, qanûna serokatiyê ya Herêma Kurdistanê rê nade Mesûd Barzanî carek din bibe namzedê serokatiyê. Fraksiyonên parlamentoyê hewl dan wê qanûnê biguherînin ji bo ku serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin lê PDK li dijî vê yekê derket û bû sedema wê ku parlamento were tiqûfkirin.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê desthilat di destê navendê de ye û hemû li paytextê hatiye komkirin ji ber vê jî Silêmanî û Dihok hatine piştguhxistin.

Par payîzê li gellek bajar û navçeyên devera Germiyan û Silêmaniyê xwepêşandan li dijî gîrobûna mûçe hat lidarxistin lê di demek kurt de ew xwepêşandan vegeriyan dijberî PDKê. Di encama wan aloziyan de çend kesên sivîl hatin kuştin, hinek kes birîndar bûn, gellek avahiyên PDKê hatin şewitandin.

PDKê jî gunehê wan alozî û bûyeran avêt stûyê Tevgera Gorran ji ber wê jî roja 12ê Cotmeha 2015ê, li devera Pirdê ya navbera Kerkûk û Hewlêrê, nehîşt Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed derbasî paytext Hewlêrê bibe. Piştî wê yekê wezîrên Gorranê jî ji nav hikûmetê hatin derxistin. Bi vî rengî pêwendiyên PDK û Gorranê gihîştin asta herî aloz.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst