Zanîngeha Munzurê mezin dibe
Navenda Nûçeyan - Zanîngeha Munzurê ya li bajarê Dêrsimê 9 sal berê hat avakirin û jê re 136 milyon lîre budçe hat veqetandin bi temambûna xebatên dê li ser qadeke qederê 150 hezar metreçarqoşe cî bigire.
Li Dêrsimê zanîngeha ku di sala 2008an da bi navê "Zanîngeha Tunceliyê" hat avakirin û par bi biryarnameyê navê wê weke "Zanîngeha Munzurê" hat guherandin her roj mezin dibe.
Li zanîngehê berê 3 fakulte, 2 enstîtu û dibistaneke bilind ya meselekî hebû û îro bi 6 fakulte, 2 enstîtu, 3 dibistanên bilind yên meslekî, dibistaneke bilind ya tenduristiyê, 8 navendên lêkolîn û ceribandinê û beşên curbecur mezin dibe.
Di destpêkê de li zanîngehê 6 personelên akademîk û 16 personelên îdarî hebûn, lê îro jî bi 650 personelî xizmetê dide xwendekaran.
Li zanîngehê li ser qadeke 60 hezar metreçarqoşe avahiya îdarî ya rektoriyê, şaxên îdarî, fakulteya endezyariyê, laboratuvarên Ar-Geyê, laboratuvarên perwerdeyê, dibistana amadehiyê ya îngilizî, kafeterya, mala rektoriyê, lojmanên personelan û salona sprorê ya girtî hatine avakirin û ji bona çêkirina beşên din jî xebat dewam dikin.
Rektorê Zanîngeha Munzurê Prof. Dr. Ubeyde Îpek di daxuyaniyekê de destnîşan kir ji destpêkê heta niha zanîngeh mezin dibe û wiha axivî:
"Beşên ewil ên zanîngehê temam bûn, niha çêkirina beşên din dest pê kirine. Di sala 2018an de kampusa zanîngehê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (Rûdaw: Bakurê Kurdistanê) dê bibe kampusa herî baş û li Tirkiyê jî bikeve nav kampusên herî baş."
Îpek diyar kir ji bona beşên mane hikûmetê 136 milyon lire çavkanî veqetand û wiha got: "Piştî ku beşên girtî temam bûn dawiya sala bê emê bi 15-20 milyon lireyî jî li ser qadeke 60 hezar metreçarqoşê qadên jiyana civakî çêkin." (Çavkanî: AA)
Nivîsîn: Aydin Bayram