Navenda Nûçeyan - Li nêzî Lîmaya paytextê Peruyê otobusek û kamyonetek li hev ketin û otobûs gindire kendêl bû û herî kêm 48 rêwî mirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Perutl otobusa ku 57 rêwî tê de hebûn û ji Huachoyê diçû Lîmayê li kamyonetekê ket û paşê jî gindire kedalê 100 mêtreyî kûr bû.
Di qezaya ku li ser kîlomêtreya 45an a rêbeja Pasamayoyê çêbû de herî kêm 48 rêwî mirin û 5 rêwî jî birîndar ketin.
Ji berdevkên Polîsên Rêbejê Mîralay Dîno Escuderoy di daxuyaniyekê de got ditirsin ku hejmara miriyên qezaya ku li "Çiva Şêtîn" (La Curva del Diablo) çêbû de zêde bibe.
Dîno Escuderoy diyar kir ku ekîbên ewlekariyê û yên agirkujiyê li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.
Karmnedê agirkujiyê Claudia Espinozay jî got ji ber ku rê naçe ber peravê xebatên lêgerîn û xilaskirin bi zor û zehmetî dewam dikin.
Espinozay diyar kir ku ekîbên polês û agirkujiyê 6 birîndar bi firokeyan rakirin nexweşxaneyên li nêzî ciyê qezayê, 3 rêwî jî winda bûne.
Nivîsîn: Aydin Bayram
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse