Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putînre re got ku si Sûriyê şerê DAIŞê bi dawî nebûye û divê Kurd jî li Sûriyê bên parastin. Herwiha Serokê Amerîkayê jî dibêje ew dixwazin Kurdan biparêzin, lê naxwazin heta hetayê li Sûriyê bin.
Serokê Amerîkayê hêdî hêdî dest ji wê helwêsta xwe berdide ku dixwest di hundirê 30 rojan de hêzên welatê xwe ji Sûriyê vekişîne û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bixe beramber dijminê wan ê herî dijwar ku Tirkiye ye.
Di demekê de ku guşarên ser Serokê Amerîkayê Donald Trump zêde dibin daku pişta xwe nede şervanan, Serokê Amerîkayê di civîna kabîneya hikûmeta xwe û di çarçoveya gotûbêjkirina rewşa Sûriyê de gelek rexne li Kurdan girtin.
Trump dibêje kêfa Tirkiyê ji Kurdan re nayê û yên din hez ji wan dikin û dibêje ji Kurdan re gotiye petrolê nefiroşin Îranê lê ew petrola wan a ku heye difroşin Îranê.
Trump wiha got: "Niha Kurd, tiştekî girîng in, kêfa Tirkiyê ji wan re nayê, yên din ji wan hez dikin, kêfa min ji wê rastiyê re nehatiye ku wê petrola xwe ya kêm difroşin Îranê. Min daxwaz ji wan kir nefroşin Îranê, lê Kurdan, hevbeşên me petrolê difroşin Îranê. Em bi vê yekê ne kêfxweş in. Di heman demê de ew baştir şer dikin dema em ligel wan şer dikin. Hun bi xwe jî dibînin çi qewimiye. Lê em dixwazin Kurdan biparêzin, li gel wan hemûyan em dixwazin Kurdan biparêzin. Lê em naxwazin heta hetayê li Sûriyê bin, ev ax û mirin e."
Guşarên ser Trump da ku şervanan biparêze ne tenê Lindsey Graham û çend senatorên din ên Komarî û Demokrat in. Li ser asta navdewletî jî kampanyayeke dest pê kiriye daku Kurdan ji gefên Tirkiyê biparêze.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn daxwaz dike ku Kurdên Sûriyê bên parastin ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de rolekî bi bandor dîtine.
Berî hemû tiştekî Macron ji Putin re dibêje: "Hêj şer bi dawî nebûye û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam e. Divê em hêzên hevpeymanê xwe di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de biparêzin, bi taybetî Kurdan. Divê em pêbendbûna wan a dijwar bi şerê dijî terora îslamî li ber çav bigirin."
Ji aliyê din ve Tirkiye li ser komkirina hêzê li navçeyên derdora rojhilatê Firat û wan cihên Hêzên Sûriyeya Demokratîk lê bicîh bûne berdewam e. Herçiqas peywendiyên navbera Enqere û Washingtonê ber bi bihêzbûnê ve diçin, lê eger heye guşarên navdewletî yên ser Trump nehêlin wiha bi asanî armancên Tirkiyê li Sûrûyê bidest bikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse