Ji bo 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - AFADê ragihand ku li 13 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde metirsiya aşûtan heye.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser barîna berfa ku çend roj in didome û metirsiyên ku bi xwe re anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li wan herêmên stûriya berfê ji 20 santîmetreyan derbas bûye, metirsiya aşûtê gihîştiye asteke krîtîk.

Lîsteya parêzgehên di bin rîskê de

AFADê diyar kir ku li gorî amarên Keşnasiyê, li parêzgehên Erzingan, Dêrsim, Çewlîg, Erzirom, Mûş, Bedlîs, Erdexan, Qers, Agirî, Wan, Colemêrg, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê metirsiyeke zêde ya aşûtê heye.

AFADê da zanîn ku bi taybetî li zinarên asê û lûtkeyên bilind ên van parêzgehan îhtimala aşûtan gelekî zêdetir e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi rêya peyamên telefonê (SMS) hişyarî ji welatiyên wan herêman re hatine şandin.

AFADê her wiha ji welatiyan xwest ku guh bidin daxuyaniyên fermî, ji cihên metirsîdar dûr bikevin û tedbîrên pêwîst wergirin.