HSD: Kesên ku hatine girtin plana êrişan dikir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Reqayê bi hevahengiya Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê pêk anî.

Di encama operasyonê de 4 endamên DAIŞê hatin desteserkirin û dest li ser çek û teqemeniyan hat danîn.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê operasyonê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên HSDyê bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li Reqayê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Çek û amûrên pêwendiyê hatin girtin

HSDyê ragihand ku di operasyonê de 4 endamên DAIŞê hatine desteserkirin û ti ziyan negihiştiye hêzên wan an jî sivîlan.

Di dema operasyonê de dest li ser çek û amûrên pêwendiyê yên ku ji bo êrişan dihatin bikaranîn hat danîn.

"Li xwe mikur hatin"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên girtî di lêpirsîna destpêkê de li xwe mikur hatine.

Li gorî mikurhatinan, wan kesan agahiyên îstixbaratî li ser cih û xalên leşkerî yên HSDyê kom dikirin, plana êrişan datanîn û agahî didan serkirdeyên DAIŞê.

HSDyê tekez kir ku ev operasyon di çarçoveya hewldanên berdewam ên ji bo têkbirina DAIŞê û parastina aramiya herêmê de hatiye kirin.