Li Qersê otobus wergeriya: 17 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan wergeriya û 17 kes birîndar bûn.

Otobuseke rêwiyan a ku ji Erdexanê ber bi Qersê ve diçû û nasnameya şofêr û plaka wê nehatin zanîn wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê 17 kesên ku di qezayê de birîndar bibûn veguhastin nexweşxaneyan.

Li gorî agahiyan, rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.